|
Xetên nexşerêya dewleta Tirk hêdî hêdî seder dibin. Kesên ku heya niha li ser pirsgireka Kurd kêm zêde xwedî hin agahiyanbûn di van heyvên dawî de hem ketin nava şokê û him jî hejiyan.
Çunkî beşek ji van heya niha tu car tişteke wiha berfireh nebîhîstibûn. Bi diroka derew ya dewletê ve hatibûn xapîn bi vê pêvajoya kin ketin şokê. Beşa din jî ku vê dewletê qet nasnake û li hember wê wekî berxika li virnî li hemberî gûr, kete nava kelecanê ku dewlet vê mijare wê çareser dike !!
Heya ku lêkolînên Wezîrê Karê Hundir yê Tirkiyê Beşîr Atalay navê hewldanê “pêvajoya çareseriya pirsgireka Kurd” kiribû her tişt normal xuya diçû. Kengê ketin civîna Konseya Netewî ya Ewlehî dev ji hemû gotinên bi vî rengî berdan û dest bi gotina “pêvajoya demokratîk” kirin.
Maskê komara tirk bi vê ket, û rûyê durû eşkere bû.
Lewra daxwaz û hêvîyên gelê Kurd hate ji bîr kirin û tenê teslîm bûn jê re hatin hiştin. Aliyekî ve Ilkel Başbûg û ji alîyê din ve Tayyîb Erdogan gotina, “yêk dewlet”, “yek millet,” “yek al” û “yek welat” kirin.
Ev xalên ku sedema şerê 25 salan dîsa heman şiklî hatê ber gelê kurd. Niha tenê jê re rêya teslîmê ya rûreşî; yan jî berxwedan ma ne!
Ji ber k u kirin û gotinên hikûmetê tam li diji hev in.
Ev çi pêvajoye ku têde li hevhatin nebe, Çêkirina Makezagoneke nu tûne be, azad kirina girtiyên sîyasî û li hevhatina bi şervanên Kurd, Perwerda Zimanê Kurdî nebe, Bihêz kirina Rêveberiyên Herêmî neyê mîsoger kirin, Lêborîna xwe 80 salan ji gelê kurd neyê xwestin, Pelgên dîrokî yên arşîvan neyên eşkere kirin û nivîsandina dersa dîrokê ji nûve nebe ma em vê pêvajoyê çibikin.
Bila pêvajo di serê wande andêr be!
Ji xwe eva îsbata plana nû ya komara Tirk e kul i pey dek û dolabên nû ye.
Em vê planê dizanin.
Plan ev e.
Pêşî bi ger û gotinên Atalay reaksiyona kurdan û raya giştî ya xwe pîvan. Di vê navberê de jî hêzên operasyonel li Kurdistanê zêdetir kirin.
Eva ji hejmara operasyonan diyar e. Yanê îddîa dikim ku yêkîne û alavên ku niha li eraziyê yanê li bejahiya Kurdistanê ne ji beriya Pêvajoyê zêdetir bûye.
Bi van operasyonan hewl didin ku Gerillayên Kurd qels bikin û vê rewşê heya barîna berfê bidin dom kirin. Amadekariyên zivistanê xira bişkînin. Piştî vê, operasyoneke tevahî ya bombebaranê wê demdirêj li ser herêma medyayê bi dijwarî û bi hevkariya îranê û hêzê din bidin meşandin.
Piştî vê jî encama ji holê rakirinê hêvî dike. Wekî Rêveberiya Colomboyê.
Lê ev “biaqilana” Gelê Kurdê yê li kolanan ji bîr dikin.
De ka hê !
|